Tillerson: Lazime rêkeftina li gel Îranê were guhertin

Amerîka daxwaza guhertina rêkeftina li gel Îranê dike
کوردستان TV
100%

 

 

Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson xwest peymana navokî ya bi Îranê were guherandin.

Tillerson diyar kir ku peyman divê jinûve were nivîsandin.

Wezîrê Amerîka ji Fox Newsê re da zanîn ku bo razîkirina Îranê ew li benda piştgiriya hevalbendên xwe yên Ewrupî ne.

Tillerson got ku peyman ‘’têra xwe ne tund e’’ û ‘’rê li ber bernameya navokî ya Îranê nagire’’

Serokê Amerîka Donald Trump jî peymana navokî ya bi Îranê re bi tundî rexne kiribû.

Tillerson dê cara yekê bi hevtayê xwe yê Îranî Cevad Şerîf û wezîrên derve yên welatên ku peyman îmze kirine re, kom bibe.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.