Ji 100 kesên navdar li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê piştgiriya referanduma serxwebûnê dikin

li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê piştgîriya referandumê tê kirin
کوردستان TV
100%

 

100 kesên navdar ku di navde nivîskar, karsaz, rojnamevan, hiquqnas, parasvanên mafên mirovan, bijişk û ciwaknas jî heye ji bo referaduma serxwebuna Kurdistanê piştgirî xwe ragihandin.

Ji bo referanduma serxwebuna Herema Kurdistanê 100 kesên navdar ragihandin ku piştgirî didin referandumê. Di navde hiquqnas, rojnamevan, nivîskar, ciwaknas, karsaz, parasvanên mafên mirovan jî heye bi belavokekê ji bo referandumê piştgirîya xwe ragihandin.

 Di belavoka ku hate weşandin wiha tê gotin: "Li gorî xalbenda 1ê ya Peymana Cot a mêjoya 1966ê ya Neteweyên Yekbûyî; ‘Hemû gelan, mafê aşkerekirina çarenivîsa xwe heye. Li gorî vî mafî ew dikarin bi awayekî serbest statûya xwe ya siyasî diyar bikin û bi serbest dikarin pêşketina xwe ya aborî, civakî û çandî pêk bînin.' Rêveberiya Herêma Kurdistanê, di çarçoveya vî mafî de biryar e ku 25ê îlona 2017an referandûma serxwebûnê li dar bixe.

Di berdewama belavokê de wiha hat tê gotin: "Em kesên li jêrî îmzeya wan heye; Referandûma serxwebûna Kurdistanê, wekî mafekî rewa û demokratîk ê gelekî dibînin û em piştgiriya vê biryarê dikin. Em gazî sazî û şandeyên serbixwe yên navneteweyî dikin da ku bên û pêvejoya referandûmê bişopînin. Em dixwazin her kes rêzê li encamên referandûmê bigire û îradeya demokratîk a peyda dibe nas bike. Em bawer dikin ku Kurdistaneke serbixwe ji bo aştî, ewlehî û îstîqrara Rojhilata Navîn bi sûdwer û mifadar e. Em vêya bi rêz û hurmet Ji raya giştî re radigihînin."

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.