Serokwezîr û balyozê Holendayê pirsa referendumê gotûbêj kir

Serokwezîrê Kurdistanê û Balyozê Holendayê behsa referanduma serxwebûnê kirin
کوردستان TV
100%

 

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li Hewlêrê, pêwazî li balyozê nû yê Holendayê li Îraqê Matgez Wolter û şandeya diplomasiya pê re kir û di civînekê de balyozê nû yê Holendayê got ku wî seredana kampên koçber û penaberan yên li Herêma Kurdistanê kir û rola xelk, hikûmet û pêmergeyê Kurdistanê di warê rûbirûbûna terorê, pêşwazîkirin, hewamdin û parastina wê hijmara zêde ya koçber û penaberan de bilind nirxand.

Di civînê de behsa hokarên biryara encamdana referendumê  ji aliyê serokatiya siyasiya Herêma Kurdistanê ve hat kirin û di vê çarçoveyê de, serokwezîrê Kurdistanê ji şandeya mêvan re behsa qonaxên siyasiyên Herêma Kurdistanê digel aliyên oposizyona pêş jinavbirina rijêma Basê û digel hukimdariya niha ya li Bexdayê kir û got ku di hemû rewşan de hevbeşiya rasteqîne nehatiye bi cî kirin.

Serokwezîr tekîd kir ku armanc ji referendumê gelê Kurdistanê paşeroja xwe diyar bike û got ku divê di navbera Hewlêr û Bexdayê de diyaloga cidî, bi navbeyniya civaka navdewletê, dest pê bike.

Nêçîrvan Barzanî behsa şerê dijî terorîstên DIŞIê û hevahengî û hevkariya navbera pêşmerge û arteşa Îraqê kir got ku wê hevkarî û hevahengiyê destkeftiyên baş û berhemdar  di şerê dijî terorê de bidest xistin. Pêşmergeyê Kurdistanê digel arteşa Îraqê û civaka navdewletî ji bo jinavbirina metirsiya DIŞIê li deverê, berdewam dibe.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.