Rojnamewanên Bakûrê Kurdistanê piştgîriya referandumê dikin

Rojnamewan û Nivîskar piştgîriya referanduma serxwebûnê dikin
کوردستان TV
100%

 

152 rojnamevan û nivîskarên bakûrê Kurdistanê kurd bi belavokek hevpar ragihandin ku piştgirî didin referandûma serxwebûna Herema Kurdistanê.

Ji bo referandûma serxwebûna Herema Kurdistanê 152 rojnamevanan bi belavokek hevpar ragihandin ku piştgirî didin referandûmê.

Di belavoka ku hat weşandin de wiha tê gotin: "Em komek nivîskar û rojnamevanên ku bi mafê destnîşankirina çarenivîsa miletan bawer dikin û wî mafî rewa dibînin, piştevaniya xwe bo serxwebûna Herêma Kurdistanê nîşan didin.

 Em di wê baweriyê de ne Kurdistaneka serbixwe dê bibe sebeba bihêzbûna aştî, aramî û demokrasiyê li Rojhilata Navîn. Em daxwaz ji her kesî dikin piştgiriyê bidin vî mafê rewa."

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.