Serok Barzanî spasiya şêniyên Silimanî û derdorê kir

Serok Barzanî spasiya şêniyên devera Silimanî kir
کوردستان TV
100%

 

Serokê Kurdistanê jiber peyama biheybet ya şêniyên Silimanî û derdorê spasnameyek pêşkêşî wan kir.

Ew jî tekesta vê spasnameya hane;

Pir bi dil spas û pêzanînên xwe pêşkêşî we yên azîz û niştîmanperwer dikim ji bo wê beşdariya berfireh û pir bi coş ya li civîna cemaweriya roja çarşem 20.09.2017. Coşiya we peyamekî rûn bû ji bo navxwe û derve ku gelê Kurdistanê bi yekrêzî û yek dengiyê ve berev armanca xwe hengavan davêje.

Ew civînên cemaweriyên li rojên derbasbûyî de birêveçûn û hawara pir bi dilê cemawerê Kurdistanê ya ji bo serxwebûnê, bi xwe referandûmeke û niha hemû cîhan têgihîştiye ku gelê Kurdistanê bindestî red dike û dixwaze serbixwe bê. Cemawerê xweşdiviyê Kurdistanê we bi hemû hizb û aliyên siyasiyan re got ku serxwebûn sêwaneke ji hemû reng û bîr û dîtinên siyasiyan kom dike û ala Kurdistanê bilind radigrin.

Ez piştrastim roja 25.09.2017 bi heman coşiyê mizgîniya serkeftin û serxwebûnê didin şehîdan û bi serbilindiyê ve rû li şehîdan dikin û dibêjin: Êdî bindestî bi dawî bibe, dema serxwebûnê ye.

Li vir da bi pêwîstî dizanim spasî hêzên Pêşmerge û hemû dezgehên îdarî û emnî û polîsên hatin û çûnê bikim ji bo hevkariya wan li parastina asayîşa xelk û baştir birêveçûna wê civîna cemaweriyane.

Her şad û serfiraz bin

Mesûd Barzanî

21.09.2017

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.