Serok Barzanî bo Emmanuel Macron: Referandum di dema xwe de tê lidar xistin

Serok Barzanî bersifa daxwaza Serokê Franseyê da
کوردستان TV
100%

 

Serok Barzanî û Macron bi rêya telefûnê giftûgo kirin.

Îro pêncşem Serokkmarê Franseyê Emmanuel Macron telefûna Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî kir.

Di têkiliya han ya telefûnî de Serokkomarê Franseyê spasiya Kurdistan û hêzên pêşmerge kir ku bi awayekî serkeftî şerê dijî terorê kirine û hembêza xwe jî bo hijmareke zêde ji koçber û penaberên deverên din vekirine.

Macron herwiha piştgîriya Franseyê bo yekparçeyiya axa Îraqê û mafên gelê Kurdistanê di çarçoveya destûra Îraqê de diyar kir û daxwaz kir ku referandum were paşxistin.

Li hember de jî Serok Barzanî jiber piştgîriya wan ya berdewam bo gelê Kurdistanêspasiya gel, hikûmet û Serokê Franseyê kir û got: Referandum di dema xwe ya diyar kirî de tê lidarxistin û deriyên diyalogê jî nehatine daxistin û piştî referandumê vê Kurdistanê li gel Bexdayê giftûgoyên xwe bidomîne.

Erdelan Goran

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.