Ryan Dillon: Pêşmerge di operasyonê de wê roleke aktîf bilîze

Dillon tişteke girîng derbarê pêşmerge dibêje
کوردستان TV
100%

 

Fermandarê hêza koalîsyonê ragihand ku Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê wê di operasyona navçeya Hewîceyê de roleke aktîf bilîze.

Berdevkê Hêza Koalîsyona Navneteweyî ku Amerîka pêşengiya wê dike Ryan Dillon di axaftina xwe de ragihand ku di kontrolkirina navçeya Hewîceyê de wê Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê roleke aktîf bilîze.

Ryan Dillon di berdewamiya axaftina xwe ya civîna çapemenî de got: "Bê çawa Hêza Pêşmerge di operasyona Mûsil û Telaferê de roleke girîng lîst wê di rizgarkirina Hewîceyê de jî roleke aktîf bilîze. Ji xwe Pêşmerge nêzî Hewîceyê ye û ev dê jê re bibe firsend. Lewma wê di operasyonê de roleke aktîf bilîze."

Ji aliyê din ve duhî Fermandariya Operasyonên Hevpar a Iraqê ji bo rizgarkirina navçeya Hewîceyê pêşniyar li hêzên Pêşmerge kiribû ku bi hev re operasyonê pêk bînin. Fermandarên Pêşmerge piştî civînê wê bersivê bide.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.