Vê Serokkomarê Îraqê ji ser postê xwe were derxistin

mimkune Serokkomarê Îraqê ji ser kar were derxistin
کوردستان TV
100%

 

Li Bexdayê amadekarî bo ji ser kar derxistina Serokkomarê Îraqê tê kirin.

Piştî bidawî hatina prosesa referanduma serxwebûna Kurdistanê, hevalbenda nîştimaniya Îraqê dest bi kom kirina îmzeya bo ji ser kar derxistina Serokkomarê Îraqê kir.

Di vê derbarê de Parlementerê hevalbenda nîştimaniya Îraqê Hesen Xelatî diyar kir ku Serokkomarê Îraqê Fûad Mesûm sonda ku bo parastina yekîtî û yekparçeyiya axa Îraqê xwaribû cîhbicîh nekiriye lewre em hewl didin daku bo ji ser kar derxistina Serokkomar îmzeyan di nava parlementoyê de kom bikin.

Ji aliyeke din ve jî endama firaksiyona Bedir li parlementoya Îraqê Esma Mûsewî jî diyar kir ku ne hewceye ku parlementerên Kurd di nava parlementoya Îraqê di bimînin jiber ku pitgîriya serxwebûna Kurdistanê kirine.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.