Îngîltere: Tirkiye nikare petrola Kurdistanê rawestîne

Tirkiye nikare firotina petrola Kurdistanê rawestîne
کوردستان TV
100%

 

Rojnameya Financial Times a Îngîltereyê di raporta xwe de cih da gefên Tirkiyeyê yên derbarê rawestandina petrola Kurdistanê û ragihand ku Enqere nikare petrola Kurdistanê rawestîne.

Financial Times di raporta xwe de dibêje: "Tevî zimanê tund ê Enqereyê û gefên wê, lê ti niyet û îradeyek li cem aliyê Tirkiyeyê nayê dîtin ku wê boriya petrola Kurdistanê bigire, ku bi riya Tirkiyeyê ji Herêma Kurdistanê digihêje bazarên cihanê. Ji ber ku

Enqere di warê baca gumrikê de mifayê ji wê boriyê dibîne û bûye aliyekî cihê baweriyê ji bo gihandina petrol û sotemeniya ku li Rojhilata Navîn bi rêya şirketên rûsî tên berhemanîn."

Rojname di dirêjiya raporta xwe de dibêje: "Eger Tirkiye petrola Kurdistanê rawestîne, ew ê nikaribe petrolê ji Iraqê bişîne bazarên navdewletî."

Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.