Azadiya bajarê Siwerê gelek nêz bûye

azad kirina bajareke din ji destê DIŞIê nêz bûye
کوردستان TV
100%

 

Hat ragihandin ku Şervanên bi ser Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve nîvê bajarokê Siwerê yê Dêra Zorê ji terorîstên DIŞIê rizgar kirine û tê payin ku bajarok di nava çend saetên pêş de bi temamî werê rizgarkirin.

Pêngava Bahoza Cizîrê bi hemû leza xwe berdewam dike. Şervanên HSD ê ku duh derbasî bajarokê Siwerê bibûn, îro nîvê bajarok ji terorîstên DIŞIê rizgar kirin. Her wiha panzêreke çekdaran jî kete destê şervanan..

Li gorî çavkaniyên ji HSD ê li nîvê din yê bajarokê Siwerê jî şerên dijwar rû didin û di çend demjimerên pêş de, dê bajarok bi temamî ji terorîstên DIŞIê werê rizgarkirin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.