Almanya hemî leşkerên xwe ji încîrlikê vekişandin

almanya leşkerên xwe vekêşand
کوردستان TV
100%

 

 

Wezareta Berevanî ya Almanya bi daxuyanîyekê ragihand ku leşkerên dawî yên Alman jî ji bingeha leşkerî ya încîrlîkê ya Tirkiyê vekişiyane.

Yekîneyên Alman derbazî Bingeha Leşkerî ya El Azrak ya Urdunê bûbûn. Bi birina firokên cengê yên cûre Tornado dê barkirina yekîneyê, di serê Cotmehê de temam bibe.

Fermandarê Yekîneyên Alman yên Têkoşîna Dijî Dewleta Îslamî (DIŞI) Stefan Kleinheyer dîyar kir ku derbazkirina yekîneyên ji Încîrlikê ber bi El Azrakê karekî mezin e û di dîroka Artêşa Alman de tiştekî wiha tine.

Almanya li Bingeha Leşkerî ya Încîrlîkê, 260 leşker, firokeke îkmalê û jetên Tornado bi cîh kiribû.

Leşkerên Alman, piştî demeke kurt dê ji El Azrakê dest bi firokên îkmal û kişfê bikin.

Tirkiyê destûr nedabû ku parlamenterên Alman serdana Încîrlikê bikin û ser vê Almanya biryar dabû ku yekîneyên xwe ji Încîrlikê bibe Urdinê. Meclîse Federal ya Almanya di meha Hezîranê de biryar erê kiribû.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.