Qerebax: Em piştevaniya serxwebûna Kurdistanê dikin

komara qerebaxê piştgîrî da serxwebûna Kurdistanê
کوردستان TV
100%

 

 Dewleta Qerebaxê piştevaniya xwe bo serxwebûna Herêma Kurdistana Iraqê ragihand.

Wezareta Derve ya Qerebaxê ragihandiye, Qerebax piştevaniya referandoma serxwebûna Kurdistanê dike û serxwebûnê jî mafê gelê Kurdistanê dibîne.

Wezareta Derve ya Qerebaxê her wiha diyar kiriye ku piştevaniya dewleta Kurdistanê dike û ragihandiye, Qerebax hêvîdar e Kurdistan bi awayekî aştiyane ji Iraqê cihê bibe.

Qerebax piştî rûxana Yekitiya Sovyetê serxwebûna xwe ragihand. Qerebax navbera Ermenistan û Azerbaycanê de ye û piraniya xelkê Qerebaxê jî ermenî ne.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.