HPG: Di nava 6 rojan de 32 leşkerên Tirk hatine kuştin

HPG dibêje me derbên gelek dijwar li artêşa Tirkiyeyê dane
کوردستان TV
100%

 

Navenda çapemeniya HPGê dibêje 32 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda ragihandina hêzên parastina gel (HPG) yaku basikê leşkerî yê partiya karkerên Kurdistanê ye, ragihand ku ji roja 27ê Îlonê heta roja 3ê vê mehê di encama şer û operasiyonan de herî kêm 32 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda çapemeniya HPGê diyar kir ku di berdewamiya şer û pevçûnên navbera gerîla û leşkerên Tirk de li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê de di nava 6 rojan de herî kêm 32 leşkerên Tirk û çend cerdevan hatine kuştin.

HPGê herwiha diyar kiriye ku di nava wan 6 rojan de jî bi giştî 6 gerîlayên HPGê jî canê xwe ji dest dane.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.