Nêçîrvan Barzanî: Mam Celal xwedan roleke berçav bû

Nêçîrvan Barzanî: Wefata Mam Celal wendahiyeke gelek mezine
کوردستان TV
100%

 

Serokwezîrê Kurdistanê peyamek pêşkêşî malbeta Mam Celal Talebanî kir.

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta koça dawî ya Serokkomarê berê yê Îraqê, Damezrêner û Sekreterê giştî yê YNK peyameke serxweşî pêşkêşî malbeta Mam Celal Talebanî û gelê Kurdistanê kir.

Serokwezîrê Kurdistanê di peyama xwe de hevdem li gel diyar kirina hevxemiya xwe ya bo Malbeta Mam Celal, eşkere kiriye ku ji dest dana Mam Celal wendahiyeke gelek mezine ji bo Kurdistanê.

Nêçîrvan Barzanî herwiha diyar kiriye ku Mam Celal di tevahiya qonaxên jiyana xwe de di têkoşîna azadî û demokrasî de xwedan roleke berçav û girîng bûye.

Barzanî diyar kiriye ku îro Kurdistan û Îraq têkoşerekî mezin yê azadî û demokrasî wenda kir ku ew jî Mam Celale, bi vê minasebetê pirse û serxweşiyên xwe pêşkêşî Hêro xan, Kak Qubad, kak Pavêl talebanî û tevahiya malbeta birêz ya Talebanî, gelê Kurdistanê, serkirdatiya YNKê, mekteb siyasiya YNKê  û Îraqê dikim.

Barzanî di beşeke din ya peyama xwe de behsa jiyan, têkoşîn û xebata Mam Celal kiriye û nivîsandiye, têkiliyên min û Mam Celal gelek baş bûn û li ser esasê rêzgirtin û jihevûdu fêm kirinê bûn û gelek caran jî bo çareser kirina ew kêşeyên ku hebûn Mam Celal bi dileke berfire û vekirî roleke gelek girîng lîste lewre jidest dana Mam Celal wendahiyeke mezine bo Kurdistan û herwiha bo Îraqê jî.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.