Mesrûr Barzanî: Helwesta Kurdistanê nayê guhertin

Mesrûr Barzanî û Fermandarê giştî yê hêzên hevpeyman civiyan
کوردستان TV
100%

 

Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê li gel Fermandarê giştî yê hêzên hevpeyman civiya.

Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Fermandarê giştî yê hêzên hevpeymanan yên li Îraqê General Robert White û şandekî pê re civiya.

Di civînê de rewşa dawî ya siyasî û leşkerî ya deverê, tetbîqatên leşkerî yên welatên cîran ên li ser sînorên Kurdistanê hatin nîqaşkirin.

Her di heman civînê de behsa şerê dijî terorîstên DIŞIê jî hate kirin û Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî di vê derbarê de diyar kir ku helwesta Kurdistanê di şerê dijî teror û beşdarî kirin bi awayekî çalak di nava hevpeymaniya cîhanî li dijî terorê de nayê guhertin.

Di beşeke din ya vê civînê de Mesrûr Barzanî û Robert White tekez li ser berfiretir kirina hevkariyên leşkerî û ewlekarî.

Di dawiya civînê de jî General Robert White hevdem li gel bilind nirxandina qehremanî û qurbaniyên hêzên pêşmerge di şerê dijî terorê de, amade bûna hêzên hevpeymaniya cîhanî jî ji bo berfiretir kirina hevkarî û hemahengî û herwiha perwerde kirina zêdetir ya hêzên pêşmerge diyar kir.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.