NY daxwaza destpê kirina diyalogê di navbera Bexda û Hewlêrê de dike

NY dixwaze Hewlêr û Bexda dest bi diyalogê bikin
کوردستان TV
100%

 

Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê li gel nunerê NY yê li Îraqê civiya.

Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya nunerê taybet yê Sekreterê giştî yê NY yê li Îraqê Ján Kubiš kir.

Di civînê de rewşa dawî ya siyasî ya Îraqê û dengvedanên piştî referanduma serxwebûna Kurdistanê hatin nîqaşkirin.

Di beşeke din ji vê civîna han de Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê helwestên Bexdayê yên li piştî referandumê bi zêdegavî û derqanûnî wesif kir û anî ziman ku gelê Kurdistanê pêngaveke destûrî û demokratîk û destûrî cîhbicîh kiriye bo diyar kirina xwestekên xwe.

Mesrûr Barzanî got: Referandum pêngavek bû bo çareser kirina ew kêşeyên ku bi cerbandina tevahiya rêbazên din nehatibûn çareserkirin.

Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de tekez li ser vê yekê kir ku Kurdistan beriya referandum û piştî referandumê jî deriyên diyalog û danûstandinan bi vekirî hêştiye jiber ku Kurdistan dixwaze bi rê û rêbazên aştiyane bo bi encam gehandina xwestekên gelê Kurdistanê gavan bavêje.

Derbarê vê rewşê de Ján Kubiš jî diyar kir ku NY dixwaze pêşî ji her gavekî bigire ku vê bibe sedema aloztir bûna kêşeyên heyî û herwiha bingeheke hevbeş bo danûstandinên awaker di navbera Hewlêr û Bexdayê de bibîne daku pêşî ji destwerdanên aliyên derve di nava kêşeyên heyî de weregirtin.

Ján Kubiš di beşeke din ji axaftinên xwe de tekez li ser rola NY kir û anî ziman ku mebesta me ew daku hana Bexda û Hewlêrê bidin bo ku bilez dest bi diyalogê bikin û xwe ji aloziyan dûr bixin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.