Emmanuel Macron: Lazime mafên Kurdan werin parastin

Emmanuel Macron Ebadî hişiyar dike
کوردستان TV
100%

 

 

Emmanuel Macron derbarê gefên Îraqê de hişiyar kir

Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî daxwaz ji hêzên pêşmerge kir ku di şerê dijî DIŞIê de, bi berdewamî ligel hêzên ewlekarî yên Îraqê bixebitin.

Ebadî careke din diyar kir ku ew li dijî referandumêne û got ku hikûmeta wî şerekî çekdarî bi Kurdan re naxwaze, lê divê serweriya hikûmeta federalî jî were parastin.

Serokê Fransa Emmanuel Macron jî got ku lazime mafên Kurdan werin parastin û Hewlêr û Bexda bo çareser kirina kêşeyên heyî dest bi diyalogê bikin.

Emmanuel Macron herwiha diyar kir ku hikûmeta wî amade ye navbeynkarî di navbera Bexda û Hewlêrê de bike.

Serokê Franseyê herwiha ji Ebadî re gotiye ku nabe bi ti awayî gef li Kurdan bikin û lazime bi diyalog û danûstandinê kêşeyên xwe çareser bikin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.