Tirkiye ji bo radestkirina deriyê Îbrahîm Xelîl ket tevgerê

Tirkiye jî dixwaze heşda şebî bibe îbrahîm xelîlê
کوردستان TV
100%

 

Piştî pêşniyara Desteya Ewlekariya Tirkiyê (MGK) ya derbarê radestkirina deriyê sînorê Îbrahîm Xelîl (Xebûr) bo Iraqê, Tirkiye ket tevgerê û ew pêvajo bi hatina Şirnexê ya karmendên Iraqî hat destpêkirin.

Li gor rojnameya Sabah a Tirkiyê bi mebesta radestkirina deriyê sînor bo Bexdayê çend karmendên Iraqê bi rêya hewayî hatine Şirnexê û bi rayederên Tirkiyê re li ser nexşerêya wergirtina deriyê Îbrahîm Xelîl danûstandinê dikin.

Herwiha li gor medya tirk tê çaverêkirin ku ger pêşmerge berxwe bide, hêza leşkerî jî ji bo radestkirina deriyê sînorî were bikaranîn.

Hikûmeta Bexdayê piştî encamdana referandûma serxwebûnê li 25ê Îlonê, ji Herêma Kurdistanê biryara çend dorpêçên sizakirinê dabû ku yek ji wan radestkirina deriyên sînorî bo hikûmeta navendî bû, lê hikûmeta Herêma Kurdistanê ev siza red kiribû.

Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.