Artêşa Rûsyayê tirimbîlên xwe yên nû eşkere kir

artêşa Rûsyeyê tirimbîla xwe ya nû nîşan da
کوردستان TV
100%

 

Wezareta parastinê ya Rûsyayê di derbarê wesaîda ya zirxî “Tayfun-VDV” de çapemeniyê agahdar kir û wêneyên wê bi wan re parve kir

Wezareta parastinê ya Rûsyayê ji bo hêzên ku ji hewada bê danîn bi navê “'Tayfun-VDV” wesaîdek zirxî çê kir û wêneyên wê bi çapemeniyê re parve kir.

Wezaret di siteya xwe ya fermî de, di derbarê wesaîdê de agahî da. Gor agahiyên ku hatin dayîn, wezaret ev demeke bi çend fîrmayan re li ser çêkirina wesaîdek bi amûrên modern yên herbê barkirî dixebitin.

Çavkaniyên wezaretê di derbarê taybetmendiyên wesaîda zirxî de van agahiyan dan, “Tayfun-VDV” bi gelek techîzatên herbê hatiye hilberandin. Bi taybetî ji bo hêzên ku ji hewayê de bên danîn hatiye amadekirin. Ji ber vê jî qabiliyeta wesaîdê ya ku bi pereşutê dakeve jî heye.

“Tayfun-VDV” biştî hemû ceribandinan wê di 2019an de dest bi hilberandina tevahî bike.

Zanist û Teknolojî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.