Li Amazonan şopên mirovatî hatin dîtin

taybetên bi hezar û 500 sal beriya niha
کوردستان TV
100%

Ew şop yên beriya hezar û 500 salanin

Li hinek herêmên Amazonê yên tê pêşbinîkirin ku beriya niha şûnwar lê tune bûn, derket holê ku di raboriyê de zêdetirî milyonek mirov lê jiyane.

Arkeologên ji Zanîngeha Exeterê ya Brîtanyayê daxuyand ku li hinek herêmên Amazonê, ku tê pêşbinîkirin beriya niha qet destê mirovan pê nebûye, bi sedan gund hene û li van gundan jî mirovên ji nijad û zimanên cuda mane.

Bermayiyên li eyaleta Mato Grossoyê ya li daristanên baranê yên Brezilyayê nîşan didin ku li herêmên beriya niha jiyan lê tune bû, di navbera salên hezar 250 û hezar 500î de mirov lê mane.

Tê bawerkirin ku ev lêkolîna wê ji bo dîroka mirovahiyê ya li herêma Amazonan valahiyeke mezin dagir bike û di lêkolînê de hat ragihandin ku di raboriyê de li vê herêmê nêzikî hezar û hezar û 500 gund hatine avakirin û li van gundan nêzikî milyonek mirov lê diman.

Sputnik

 

Zanist û Teknolojî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.