Wesayîta feza ya Çînê ku ji kontrolê derketibû dawiya hefteyê dikeve

di dawiya vê hefteyê de dikeve erdê
کوردستان TV
100%

Tê pêşbînîkirin ku wesayîta feza ya Çînê ku ji kontrolê derketibû Tiangong-1 dawiya hefteyê bikeve.

Wesayîta feza ya Çînê ku tê peşbînîkirin dawiya hefteyê bikeve, bi giraniya 8 tonan û 10 metroyan dirêj e. Li gor pisporan, ihtîmala ku wesayîta fezayê li herêmên niştecih bikeve gelekî kêm e.

Endezyarê Ajansa Feza ya Brîtanyayê Richard Crowther di axaftina xwe de ragihand ku qismekî mezin ê modulê ji ber ku dikeve atmosferê dê bişewite. Perçeyên mayîn jî ihtîmaleke pir mezin wê bikevin deryayê.

Zanist û Teknolojî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.