Kongrêsmanên Amerîkî nameyek dane hikûmeta Amerîkayê

kongrêsman dibêjin Tirkiye wan balefiran dijî hevpeymanên me bikar tîne lewma nabe rêkeftin were îmzekirin.
کوردستان TV
100%

Dibêjin nabe F16an bidin Tirkiyeyê.

Li gor çapemeniya Amerîkayê duhê hijmareke zêde ji Kongrêsmanên Amerîkî yên ji her du basikên Komarî û demokratan, nameyeke hevbeş dane her du wezaretên berevanî û derve yên Amerîkayê.

Kongrêsman di nameya xwe de daxwaz ji hikûmeta Amerîkayê kirine ku nabe bi ti awayî balefirên nû yên F16 bifiroşe Tirkiyeyê û herwiha nabe balefirên F16 yên berê yên Tirkiyeyê jî nûjen bike, jiber ku Tirkiye ev balefirên han li dijî hevpeymanên Amerîkayê bikar tîne.

Kongrêsman gefa vê yekê kirine ku ev rêkeftina firotina F16an bi Tirkiyeyê erê nekin.

Weke tê zanîn niha Tirkiye li gel rayedarên Amerîkî mişxûlî danûstandinane daku Amerîkiyan razî bike ku ji wan balefirên nû yên F16 bistîne.

N: E. G

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.