Serok Barzanî li gel balyozê Brîtanyayê civiya

Serok Barzanî û balyozê Brîtanyayê behsa metirsî û gefên terorê li Îraq û Sûriyeyê kirin.
کوردستان TV
100%

Behsa rewşa siyasî ya Îraqê hate kirin.

Îro sêşem li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Brîtanyayê yê li Bexdayê Mark Bryson-Richardson û şandeke pê re kir.

Di destpêka civînê de giftûgo li ser rewşa siyasî ya Îraqê hate kirin û balyozê Brîtanyayê tekez li ser girîngiya pêgeha herêma Kurdistanê li Îraq û deverê de kir.

Di berdewamiya civînê de nîqaş li ser reformên nava wezareta pêşmerge jî hate kirin û şanda mêwan rêzdariya xwe li hember dom kirina reforman diyar kir û hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û artêşa federalî bi pêngaveke erênî bo dabîn kirina ewlekariyê li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê wesif kir.

Metirsî û gefên terorê li Îraq û Sûriyeyê mijarên din yên civînê bûn.

 

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.