Peyama FNKD bo salvegera rojnamegeriya Kurdî

zordariya dagîrkeran nikariye pêşiya rojnamegeriya Kurdî bigire.
کوردستان TV
100%

Salvegera rojnamegeriya Kurdî pîroz be

Beriya 126 salan li welatê Misir yekemîn rojnameya Kurdî bi navê Kurdistanê li ser destê rewanşad Mêqdad Bedirxan hate çapkirin, bi vê awayî gelê Kurd jî weke gelên din yên cîhanê bû xwedan rojnameya çapkirî ya xwe lê berovajî gelên din em Kurd dûrî welat û nîştimanê xwe ev derfet kete destê me, ev jî bo vê yekê vedigere ku, zordarî û serdestiya dagîrkerên Kurdistanê ku, zilmeke mezin derheq bi me kirine, ji her cure azadiyek me bêpar hêştine û înkara hebûn û nasnameya me ya netewî kirine, lê gelê Kurd jî hebûna xwe îsbat kir û berdewam dibe û ev yek jî hate îsbatkirin ku, zordestî û zordariya dagîrkerên Kurdistanê nikariye pêşiya pêşkeftin û geşeya rewşenbîriya Kurdî  bigire.

Her gava Kurd azad bûbe rojnamegeriya Kurdî jî geşe kiriye û belgeya vê yekê jî komara Kurdistanê  ya li Mehabadê û peymana 11ê Adara 1970an û piştî raperîna 1991an ya li Başûr.

Di vê minasebeta pîroz de silav bo rihê paqêj yê Mêqdad Bedirxan dinirên û silav li wan kesan jî dikin ku, dijîn û xizmeta cîhana rojnamegeriya Kurdî dikin.

 

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.