Êrîşî ser stasiyona gaza herêma Kurdistanê hate kirin

di encama êrîşa han de 4 kes şehîd bûne.
کوردستان TV
100%

Êrîş duhê êvarê pêk hatiye.

Duhê êvarê komên çekdar li navçeyeke nêzî sînorê Îraqê bi dron êrîşî ser stasiyona gaz ya herêma Kurdistanê ya Kurumorê li Çemçemalê kirine.

Di encama êrîşa han de 4 karmendên vê stasiyonê ku, biyanî ne şehîd bûne û 2 kesên din jî birîndar bûne.

Her di encama heman êrîşê de zirareke mezin ber vê stasiyonê ketiye, û hêlbirîna gazê kêm bûye û jiber vê jî 2 hezar û 500mw elektirîka Kurdistanê jî kêm bûye.

Ji aliyê xwe ve îro li Silêmanî jî jiber vê êrîşa han pêdana ava vexwarinê bi welatiyan rawestaye.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.