Vegerandina awareyan ji kempa Hol bo Îraqê didome

hijmara kesên nava wan malbetan 750 kese.
کوردستان TV
100%

192 malbetên aware di wan rojan de hatine vegerandin.

Wezareta karûbarên Koç û Koçberan ya Îraqê raihand ku, vegerandina awareyên Îraqî yên li kempa Hol ya li Bakûrê û Rojhilatê Sûriyeyê berdewame.

Di daxuyaniya wezareta karûbarên koç û koçberan ya Îraqê de hatiye diyarkirin ku, di nava hefteya derbasbûyî de bi giştî 192 malbetên Îraqî ji vê kempê bo Îraqê hatine vegerandin.

Di beşeke din ya vê daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, hijmara kesên nava wan 192 malbetan de bi giştî 750 kese.

Di berdewamiya daxuyaniya han de tekez li ser berdewamiya hewlên hikûmeta Îraqê bo vegerandina awareyên Îraqî ji kempa Hol hatiye kirine.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.