Nêçîrvan Barzanî: Kurdistan amadeye bo çareser kirina kêşeyan

Serokê herêmê duhê serdana Bexdayê kiribû.
کوردستان TV
100%

Li gel Serokkomarê Îraqê civiya.

Di çarçoveya serdana xwe de bo Bexdayê, îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Serokkomarê federalî Letîf Reşîd civiya.

Di civînê de giftûgo derbarê rewşa giştî ya Îraqê, girîngiya parastina aramiya Îraqê, pêşde birina abûrî û xizmetgozarî, piştîvanî ji hikûmeta federalî bo cîhbicîh kirina karnameya xwe, diyaloga Bexda û Hewlêrê bo çareser kirina kêşeyan li ser esasê destûrê û hevkarî û hemahengiya navbera hikûmeta federalî û hikûmeta herêmê de hate kirin.

Her du alî tekez li ser bihêztir kirina têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û serxistina prosesa diyalogê kir û balkêşandine ser serdana Serokwezîrê Îraqê ya bo Amerîkayê û serdana Serokkomarê Tirkiyeyê ya bo Îraq û herêma Kurdistanê û encamên wan serdanan.

Di berdewamiya civînê de Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku, herêma Kurdistanê amadeye bo çareser kirina kêşeyan li gel Bexdayê bi diyalog û li ser esasê destûrê û Serokkomarê Îraqê jî tekez li ser girîngiya domandina serdan û civînên şandên her du aliyan kir.

Her di heman civînê de êrîşî ser stasiyona gaz ya Kor Morê jî hate mehkûmkirin û ev yek bi binpê kirina serweriya axa Îraqê hate wesifkirin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.