Serokê herêmê û Faroq Zêdan civiyan

desthilatên dadwerî yên federalî û herêmê hevkariya xwe zêdetir dikin.
کوردستان TV
100%

Behsa rewşa giştî ya Îraqê kirin.

Di çarçoveya serdana xwe de bo Bexdayê îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Serok civata dadweriya Îraqê Faroq Zêdan civiyan

Di civînê de giftûgo derbarê prosesa siyasiya Îraqê, pêşhatên giştî yên li Îraqê û hewldanên hikûmeta herêmê û hikûmeta federalî bo çareser kirina kêşeyên heyî bi diyalogê û li ser esasê destûrê hate kirin.

Her di heman civînê de giftûgo derbarê hevkarî û hemahengiya navbera desthilatên dadwerî û herêmê û federalî hate kirin û tekez li ser parastina aramiya siyasî ya li Îraqê hate kirin.

Serokê herêmê spasiya hewldanên Faroq Zêdan bo çareser kirina kêşeyên Îraqê kir û hêviya tendirostî jê re xwest.

Serbixweyiya desthilata dadwerî û mafên tevahiya pêkhateyan çend mijarên din yên vê civînê bûn.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.