Serokatiya herêma Kurdistanê hewldanên xwe didomîne

dibêje aliyên federalî jî xwedan têgehêştineke başin.
کوردستان TV
100%

Dixwaze korsiyên pêkhateyan vegerîne.

Peyvdarê Serokatiya herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ji dengê Amerîkayê re ragihandiye ku, raste guhertin di nava korsiyên parlementoyê de hatiye kirin û hewlên me weke Serokatiya herêma Kurdistanê bo vegerandina korsiyên pêkhateyên Kurdistanê di nava parlementoyê de berdewamin.

Şehab eşkere kiriye ku, bo tevahiya aliyan beşdarî kirina pêkhateyan di hilbijartinan û gerentî kirina vê beşdariya han gelek girînge.

Navhatî ev yek diyar kiriye ku, Serokatiya herêma Kurdistanê li gel tevahiya aliyên federalî derbarê vegerandina korsiyên pêkhateyan giftûgo kiriye û tevahiya aliyên federalî jî li ser vê mijarê xwedan têgehêştineke başin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.