Îsraîl: Emê Tirkiye ceza bikin

Îsraîl dibêje emê dorpêçên dijwar bixin ser Tirkiyeyê.
کوردستان TV
100%

Tirkiye dibêje bazirganiya li gel Îsraîlê rawestandiye.

Piştî daxuyaniya Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan ya derbarê rawestandina liv û tevgerên bazirganî yên di navbera Îsraîl ûTirkiyeyê de, hikûmeta Îsraîlê jî daxuyanî da.

Di vê derbarê de wezareta derve ya Îsraîlê ragihandiye ku, rêkeftin di navbera Tirkiye û Îsraîlê de hene û Tirkiye nikare bi serê xwe wan rêkeftinan hilweşîne anjî binpê bike, lê gotinên duhê yên Erdogan bi wataya binpê kirina wan rêkeftinane û eger Tirkiye tişteke wisa bike vê Îsraîl jî bêdeng nemîne û dorpêçên gelek dijwar bixe ser Tirkiyeyê û Tirkiye ceza bike.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.