Li Gulale 74 xanî rûxiyan

4 Çiyager jî di encama lehiyê de canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Lehiyeke mezin li vê deverê rabûye.

Jiber ev pêla bihêz ya baran barînê ku, ev çend roje Kurdistan daye ber xwe, lehiyên mezin li çend deveran rabûne û zirarên canî û madî jî çê bûne.

Di vê derbarê de duhê li devera Qeredaxê 4 welatiyên ku, endamên komeke çiyageriyê bûne ketine ber lehiyê û di encam de canê xwe ji dest dane.

Herwiha li devera Gulale ya ser bi Xaneqînê jî jiber rabûna lehiyê herî kêm 74 xanî rûxiyane û hijmareke gelek mezin sewal jî jiber lehiyê mirdar bûne.

Herwiha li devera Kirfirî û Kelarê jî jiber lehiyan gelek rêyên hatûçûyê têkçûne.

Li Dihuk û Zaxoyê jî lehiyên mezin rabûne lê ti zirarên canî û madî nebûne.

Li Hewlêr û qeza û nahiyeyên derdorê jî lehî rabûn lê ne lehiyên mezin bûn.

Li Rojhilatê Kurdistanê jî bi heman awayî lehiyên mezin bi taybetî li parêzgeha Kirmaşanê rabûne û zirarên mezin yên madî di encama wan lehiyan de çê bûne.

Tê payîn ku, heta roja çarşemê baran barîn li Kurdistanê berdewam be.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.