372 dikan li Hewlêrê şewitîne

agir bi temamî hatiye vemirandin û lêkolîn jî berdewamin.
کوردستان TV
100%

Duhê agireke mezin bi sûka Qeyserî ketibû.

Walîtiya Hewlêrê ragihand ku, di encama şewata ku, şeva derbasbûyî di nava sûka Qeyserî ya li Hewlêrê de der ketiye herî kêm 372 dikan şewitîne.

Di daxuyaniya han de hatiye diyar kirin ku, şewata şeva derbasbûyî yaku, çend seatan berdewam bûye, beşeke gelek zêde ji sûka Qeyserî şewitandiye û 372 dikanên nava vê sûkê jî bi temamî şewitîne.

Herwiha hatiye eşkere kirin ku, tîmên têkildar mişxûlî xemilandin û diyar kirina zirarên madî yên vê şewatêne.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.