Mesrûr Barzanî: Lazime hikûmeta federalî rêz ji qurbaniyên xelkê Kurdistanê bigire

qanûnên taybet bi qerebû kirinê têne serrast kirin.
کوردستان TV
100%

Li gel komîteya karûbarên şehîdan ya parlementoya Îraqê civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel komîteya karûbarên şehîd û girtiyên siyasî û zirardîtiyên destê rejîmê berê yê Îraqê civiya û piştî civînê jî wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya komîteya taybet bi şehîdan, qurbanî û girtiyên siyasî ser bi parlementoya Îraqê kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê pêşde birina hevkarî û hemahengiya navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî bo pêşkêş kirina zêdetir ya xizmetgozariyan bi kesûkarên şehîd, enfalkiriyan û zirardîtiyên destê rejîmaberê yê Îraqê de kir.

Me ev yek anî ziman ku, xelkê Kurdistanê qurbaniyeke gelek zêde daye û rûbirûyê hovanetirîn pêlên enfal, kîmiyabaran, komkujî û wêrankariyê bûye û daxwaze me ji hikûmeta federalî eve ku, rêz ji qurbanîdana xelkê Kurdistanê û tevahiya qurbaniyên destê rejîma berê ya Îraqê bigire û bi awayeke şayîste qerebûya kesûkarên şehîdan û zirardîtiyên destê rejîma berê bike.

Me tekez li ser vê yekê kir ku, bo xizmet kirina kesûkarên şehîdan û enfalkiriyan çi ji destê me were emê kemaniyan nekin.

Serok û endamên komîteya şehîd, qurbanî û girtiyên siyasî ya parlementoya Îraqê jî bi awayeke kurt behsa kar,proje û armanca serdana xwe kir û balkêşande ser vê yekê ku, armanca wan bihêztir kirina hemahengiye li gel wezaretê karûbarên şehîd û enfalkiriyan bo serrast kirina çend qanûnek bo xizmet kirin û qerebû kirina kesûkarên şehîd, girtiyên siyasî û zirardîtiyên destê rejîmê berê yê Îraqê ye.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.