Mesrûr Barzanî: Emê sûka Qeyserî nûjen bikin

dibêje hevkariya zirardîtiyan dikin.
کوردستان TV
100%

Serî li vê sûka han de û ji nêz ve ji halê zirardîtiyan pirsî.

Êvara îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana sûka Qeyserî ya Hewlêrê yaku, duhê bişev şewitîbû kir û pişt re jî wisa nivîsand;

Îro me serdana sûka Qeyserî ya Hewlêrê kir û ji nêz ve zirarên şewata şeva derbasbûyî dît.

Me spasiya tîmên agir vemirandinê û hawar hatinê, hêzên polîs û asayîşê kir bo bicîh anîna erkên xwe, me herwiha aliyên têkildar yên hikûmetê jî pîwerdarkirin daku, bilez lêkolîneke hûr, kûr û pir alî bilin bo diyarî kirina sedemên dubare bûna bûyerên derketina şewatê, daku were zanîn ka gelo jiber kêmaniyan û pêbend nebûn bi rêkaran şewat derdikeve anjî desteke xirapkarî li pişt wan bûyeran de heye.

Me herwiha daxwaz ji Dikandar, Kasibkar û welatiyan bi giştî kir ku, rêkarên selametiyê cîhbicîh bikin daku, ji niha û pêde ev bûyerên han neyên dubarekirin.

Li gor karînan hevkariya tevahiya zirardîtiyên bûyera şewata sûka Qeyserî ya Hewlêrê dikin û alîkariya wan dikin.

Ev sûka han şûnwareke dîrokiye û hewl didin bi şiwêr kirin û hevkariya aliyên têkildar vê sûka han nûjen bikin.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.