TBI beşdarî di projeya hijmara min de dike

bo dîcîtalîze kirina mûçeyan ev yek pêngaveke gelek girînge.
کوردستان TV
100%

Ev mezintirîn bankaya bazirganî ya Îraqê ye.

Îro çarşem wezareta darayî ya herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku, mezintirîn bankaya bazirganî ya Îraqê yaku, bi TBI tê nasîn biryar daye bibe hevpareke ektîf û sereke ya projeya hijmara min ya bo dîcîtalîzekirina mûçeyên karmendên hikûmeta herêma Kurdistanê.

Di daxuyaniya wezaretê de hatiye diyarkirin ku, ev biryara TBI piştî hewldanên Serokwezîr û tîma danûstandinkar ya hikûmeta herêma Kurdistanê hatiye dayîn û ev jî destkefteke mezine bo hikûmeta herêma Kurdistanê.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.