Serokê herêmê sersaxî da gelên Îranê

duhê koptera wan ketibû erdê.
کوردستان TV
100%

Serokkomar û wezîrê derve yê Îranê canê xwe ji dest dane.

Piştî can ji destdana Serokkomar û wezîrê derve yê Îranê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameke sersaxî da gelên Îranê ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;

Nûçeya biêş ya can ji dest dana rehmetî Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û rehmetî wezîrê derve Husên Emîr Ebdulahiyan gehêşte me ku, di encama têkçûna koptera xwe de canê xwe ji dest dane.

Di vê dema sext û dijwar de ji dil hevxemî û hevsoziya bo xwe Rêberê komara îslamiya Îranê cenabê Elî Xamneyî, Serkirdatî, hikûmet û gelên Îranê yên dost, cîran û malbetên wan yên birzê diyar dikin, ji xwedê mezin daxwaz dikin rihê wan rehmetiyan bi ceneta xwe şad bike û aramî bide bi tevahiya aliyan.

Can ji dest dana rehmetî Serokkomar Îbrahîm Reîsî xemeke biêş û wendahiyeke mezine bo Komara îslamiya Îranê û gelên musilman yên Îraqê û dostên wan, lê ez bawerim ku, gelê mêrxas û komara îslamiya Îranê ev astengiya han jî derbas dikin, xwedê mezin hevkar û parêzerê tevahiya aliyan be.

Serokê herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.