Senatorekî Amerîkî daxwazek pêşkêşî Hewlêr û Bexdayê kir

Senatorên Amerîkî serdanên xwe bo Kurdistanê didomînin
کوردستان TV
100%

 

 

Senator Marco Rubio li gel Felah Mistefa civiya û tekezî li ser destpêkirina gotûbêja navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê kir.

Ofîsa rojnamevaniyê ya Senatorê Komariyan Marco Rubio li ser Twitterê peyamek belav kiriye û wêneya Marco Rubio û Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa weşandiye.

Senator Marco Rubio ragihandiye: “Me li gel Wezîrê Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa li ser asayişa herêmê û çalakiyên xirab ên Îranê gotûbêjeke baş kir.”

Senatorê Floridayê ku di sala 2016an de rikaberê Donald Trump bû ji bo endamtiya Partiya Komariyan di hilbijartina serokatiyê de amaje bi wê yekê jî kiriye: “Giring e ku serkirdeyên Bexda û Hewlêrê ji bo pêkanîna diyalogê karhêsanî bikin, da ku alozî kêm bibin û aramî vegere hemû Iraqê.”

Herwiha Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Waşingtonê Beyan Samî Ebdurehman jî beşdarî civînê bû.

Ev civîn di çarçoveya gotûbêjên Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye li Waşingtonê, ku li gel çendîn berpirsên Wezareta Derve, senator û kongrêsman civiyane û civînên wan berdewam in.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.