Amerîka: Em û Tirkiye weke hev nafikirin

Amerîka dibêje cudatî di navbera me û Tirkiyeyê de hene
کوردستان TV
100%

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê James Mattis ragihand ku ew ê û Tirkiye di hinek xalan de weke hev nafikirin.

James Mattis li Brukselê piştî hevdîtina li gel Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Nurettîn Canîklî daxuyaniyek da û ragihand, armanc ew e ku bi rêya Netewên Yekgirtî kêşeya Sûriyê bê çareserkirin û herwiha got, ‘Hevdîtinên bi Tirkiyeyê re li ser esasê dirustiyê û şefafiyê ye.’

Wezîrê Amerîkî di derbarê gotûbêjin li gel Tirkiyeyê jî wiha axivî: ‘Rêyên gotûbêjê li gel Tirkiyeyê vekirîne. Ez di wê fikrê de me ku me zemîneke hevbeş dîtiye. Lêbelê di hin xalan de em û Tirkiye weke hev nafikirin. Em ê xebatên xwe yên ji bo dîtina rêyên hevkariyê berdewa bikin, lêbelê proseya Cinevê bi vî awayî naçe serî.’

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.