Fîlma kurdî 'Rûmet' bo Festivala Cannesê hat hilbijartin

ev fîlma han kurte fîlme
کوردستان TV
100%

Fîlma Loran Medya Productionsê "Rûmet" bi derhêneriya Kamiran Bêtasi, di Festîvala Cannesê de ji bo "Beşê Kurtefîlman | Short Film Corner" hate hilbijartin.

Çêkera Fîlmê Rûmet û yek ji berpirsiyarên Loran Medyayê Narîn Nadîrovayê li ser hilbijartina fîlmê Rûmet diyar kir ku Ji bo me serfiraziyeke mezin e ku fîlmê me, li vê festîvala mezin û navdar bi zimanê kurdî were nîşandan. Emê hewl bidin bi du kesan li wir beşdar bin."

Hêjayê gotinê ye ku Festivala Cannesê 8ê Gulanê destpê dike û heta 19ê Gulanê berdewam dike. Fîlm wê di wan rojan de di beşê kurtefîlman de û li ser înternetê jî ji mêvanên festîvalê bi şifreyeke taybet were nîşandan.

Sînema

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.