Michael Richard Pompeo bersifa Mesrûr Barzanî da

Pompeo dibêje emê berdewam dibin li ser piştgîrî kirina welatên endamên hevpeymanî
کوردستان TV
100%

Mesrûr Barzanî nameyek jê re şandibû û pîrozbayî lê kiribû.

Piştî ku Michael Richard Pompeo yê ku bi mike tê nasîn weke wezîrê derve yê nû yê Amerîkayê sond xwar û dest bi pîwerdariya xwe kir, Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî nameyeke pîrozbayî jê re şand û têde hêviya serkeftinê jê re xwest bû.

Îro wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bersifa Mesrûr Barzanî da û spasiya vî kir û hêviya vê yekê xwest ku têkiliyên navbera Amerîka û Kurdistanê bihêztir bibin.

Pompeo herwiha tekez li ser vê yekê kiriye ku Amerîka berdewam dibe li ser piştgîrî kirina tevahiya welatên endamên hevpeymaniya cîhanî ya li dijî terorê û Amerîka hewl bo vê yekê dide ku asayîş û ewlekarî li seraserê deverê û cîhanê de were dabînkirin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.