Hunermend Bilind Îbrahîm li Şehbayê konserek da
22/8/2019 - 10:26
Bilind Îbrahîm li qada kampa Serdemê ya navçeya Ahdas a girêdayî kantona Şehbayê konser da.
Li gor nûçeyeke anhayê piştî deqeya rêzgirtinê endamê Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Ebdo axivî û spasiya hunermend Bilind Îbrahîm kir û got: "Hunermend Bilind Îbrahîm ji Başurê Kurdistanê hatiye Şehbayê da ku piştgiriya xwe ya bi şêniyên Efrînê re tekez bike."
Ebdo bal kişand ser rola hunermendan di vejandina mîraseya kurdî û rola sereke ya serkêşiya şoreşa Rojava de.
Piştre hunermend Bilind Îbrahîm bi stranên şoreşgerî gel çoşand. Bi hezaran şêniyên Efrîn li ber stranan govend gerand.