Sedir gef li hikûmetê dike
7/9/2019 - 10:07
Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir li ser pêgeha xwe ya li twîtterê peyamek weşandiye û têde behsa rewşa Îraqê kiriye.
Sedir di peyama xwe de diyar kiriye ku hikûmeta niha ya Îraqê li dawiya xwe nêz bûye û dawî bi dewleta Îraqê hatiye û ji dewleteke qanûnî ve bûye dewletê şer û aloziyan.
Sedir di berdewamiya peyama xwe de behsa vê yekê kiriye ku eger hikûmet tedbîrên pêwîst nestîne vê tevgera Sedir dev ji piştîvanî kirina hikûmeta niha ya Îraqê ber dide.