Weşanxaneya Avestayê “Kurd di tarîxa Teberî de” weşand

navê berhemê kurd di tarîxa teberî deye

“Kurd di tarîxa Teberî de” ji beşen dîroka Teberî ya li ser kurdan pêk tê û ji aliye Emîn Narozî ve ji erebî bo kurdî hatiye wergerandin û amadekirin.

Yek ji kevintirîn kitebên dîrokê “Tarîx ur-Rusul we l-Milûk”a Ebû Cafer Mihemed ibn Cerîrê Teberî bi kurdî çap bû.

 “Kurd di tarîxa Teberî de” ji beşen dîroka Teberî ya li ser kurdan pêk tê û ji aliye Emîn Narozî ve ji erebî bo kurdî hatiye wergerandin û amadekirin.

Yek ji dîroknasên rûmetbilind î berhemdar yê serdema Îslamê xwediyê berhema “Tarîx ur-Rusul” yan jî “el-Umem we el-Mulûk”: Dîroka Pêxember yan jî Milet û Padîşahan” Ebû Ca‘fer Mihemed ibn Cerîrê ibn Yezîd ibn Xalidê Teberî (224-310/839-923) ye.

Berhema Teberî di forma kitêbên salewextî de ku sal bi sal bûyerên salane didin, hatiye nivîsîn û bûye wek bingeh û çavkanî ji bo dîroknasiya Erebî ya Îslamê. Ew hê ji çaxên berî dîrokê dest pê dike û pêl bi pêl pê ve tê heya digihê serdema Îslamê. Ji serdema Îslamê û pê ve jî ew sal bi sal li pey hev didomîne ta ku digihîje sala 915an.

Kitêba dîrokê ya Teberî di nav dîroka Îslamê de, yek ji wan kitêbên dîrokê yên rasttirîn û pêbawertirîn hatiye dîtin. Ew bi awayekî berfireh û bi rêk û pêk hatiye nivîsîn û gelek agahdariyên girîng î hêja ji devên saloxdarên (rawiyên) serwext dide xwendevanan ku xwendina wê jî xweş û hêsa ye.

Dîroknivîserê me bi vê berhema xwe, xebata tarîxzanên berî xwe yên mîna Yaqûbî, Belazûrî, Waqidî û Ibn Sa‘d temam kiriye û ji dîroknasên pey xwe yên mîna Mes‘ûdî, Mîskeweyh, Ibn Esîr, Ibn Xeldûn û yên din re jî rê vekiriye û çavkaniyeke hêja û tekûz ji wan re hiştiye.

 Tarîxa Teberî deh cild in, cildê pêşî li ser afirandina cîhanê û ya mirovan e, ew hin bi hin pê ve diçe û cild bi cild lê didomîne heya ku digihîje serdema pêxemberan û şah û qralên hevçaxên wan. Ew wan li gor rêza hatina wan di Tewrat û Incîl û Sihûfan de digel delîl û şiroveyên ji Quranê li pey hev rêz dike ta ku digihîje heyamê Îslamê.

Avesta