Kes amade nebû tabeloyên Hîtler bistîne
11/2/2019 - 17:46
Li Almanyayê di firoştineke vekirî de (mezad) tabloyên Serokê Almanyaya Nazî Adolof Hîtler hatine mezadkirin.
Lê li gor jêderên nûçeyan, di mezada han de ti kes û aliyek amade nebû ku pere bide tabeloyên Hîtler û wan bistîne.
Rayedarên mûzexaneya ku tişt û tabeloyên Hîtler derxistiye mezadê diyar kirin ku heta niha kes amade nebûye wan tiştan bistîne lewre mimkune di demên pêş de dîsa wan têştên han derxin mezadê.