Li meydana sor çalakiya cejna serkeftinê hat lidar xistin

leşkerên berê jî di merasimê de amade bûn

Îro li Rûsyeyê bi minasebeta 74mîn salvegera serkeftina artêşa Rûsyeyê ya li dijî artêşa Almanyaya Nazî ya di şerê cîhaniya dudiyan de, çalakiyeke mezin ya leşkerî hate lidarixstin.

Di çalakiya han de yaku bi cejna serkeftinê jî tê nasîn, hevdem li gel hijmareke zêde ji leşkerên berê yên Rûsyeyê yên ku di şer de beşdar bûne, hijmareke gelek zêde ji leşker û xelkên din yên Rûsyeyê di çalakiyê de beşdar bûn.

Çalakî bi merasimên leşkerî destpê kir û di çalakiya han de çend cure çek û tirimbîlên nû yên leşkerî jî hatin nîmayîşkirin.

Serokê Rûsyeyê jî gotarek pêşkêş kir û 74 salaiya serkeftinê pîroz kir û tekez li ser vê yekê kir ku Rûsye bihêz bûye û gehêştiye pêgeha xwe ya rastîn ya li cîhanê de.