Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir

behsa rewşa koçberan jî kirin

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî li gel balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê civiya.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balzoyê Brîtanyayê yê li Bexdayê John Wilkes  û şandeke pê re kir.

Di civînê de ku konsulusê Brtîanyayê yê li Hewlêrê jî têde beşdar bû di derbarê pêşhatên siyasî yên dawî yên navnetewî û deverê, prosesa siyasiya Îraqê giftûgo hate kirin.

Di berdewamiya civînê de Serok Barzanî û şanda Brîtanî behsa dom kirina metirsiyên terorîstên DIŞIê li ser ewlekariya Îraq û deverê kirin û tekez li ser vê yekê kirin ku nabe pêşhat û pêşveçûnên siyasî bibin sedema vê yekê ku baldariya li dijê DIŞIê kêm bibe.

Di beşeke din ya civînê de behsa rewşa jiyana koçberan li parêzgeha Nînowa û hewldan bo azad kirin û vegerandina Êzidiyan bo ser mal û warên xwe, herwiha dabîn kirina ewlekarî û xizmetgozariyan li wan deveran jî hate kirin.