Çiyayê Wertê hate bordiman kirin

ev yekem care helemûnd were bordimand kirin

Di çarçoveya êrîşên balefirên şer yên Tirkiyeyê de yên bo ser deverên sînorî yên Kurdistanê bi hinceta hebûna endamên PKK, îro careke din balefirên artêşa Tirkiyeyê li devera Wertê ciyayê Helemûnd ku dike zirveya çiyayê Karox bordiman kirine.

Jêderên ji herêmê diyar kirin ku bordiman ewqas bi tundî bûye ku dengê teqîna bombeyan li gundên derdor jî hatiye bîstin.

Heta niha derbarê zirar û ziyanên bordimanê de ti zaniyarî nehatine belavkirin.