Bo asayîşa Rojavayê Dîcleyê pêşmerge û hêzên Îraqî lihev kirin

ewlekariya Rojavayê Dîcleyê diparêzin

Cîgirê berpirsê mihwera Rojavayê Diçleyê Haşim Sîteyî diyar kiriye ku hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê bo parastina ewlekariya şîniyên devera Rojavayê Dicelyê lihev kirine.

Sîteyî diyar kir ku beriy aniha Serok Eşîrên Kurd û Ereb yên li deverê daxwaz ji Serok Barzanî kiribûn daku bo parastina ewlekariya deverê hevkariya wan bike û Serok Barzanî jî soz daye wan daku hevkariya wan bike jiber vê çendê bi biryara Serok Barzanî rêya navbera Zumar û Sêhêlayê hatiye vekirin û niha jî di navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê de bo rê nedan bi lêv û tevgerên DIŞIê û herwiha parastina ewlekariya şêniyên deverê lihev kirine.