Li Hewlêrê du kes hatin girtin

belgenameyên fermî sexte kirine

Birêveberatiya Polîsê Hewlêrê belav kir ku hêzên polîs karîne du kes ku karê sextekariyê di belgenameyên fermî de kirine binçav bikin.

Li gor daxuyaniya han, zaniyarî bi polîs gehêştine ku du kes li Hewlêrê kar sextekariyê di belgenameyên fermî de kirine lewre hêzên polîs jî dest bi lêkokîn û çavdêriyê kirine û di dawî de operasiyonek lidar xistine û du kes binçav kirine.

Du kesên binçav kirî pasport û tapoyên xaniyan sextet kirine.

Ev her du welatî tapoyên xaniyan û kartên nîştimanî bi awayekî sextet çap kirine, jiber vê çendê ji aliyê polîs ve hatine girtin.