Parlementoya Îraqê sê wezîrên din pejrand

îro sê wezîrên din hatin diyarkirin

Îro parlementoya Îraqê civiya û di civîna xwe de giftûgo li ser berbijêrên nû yên bo her sê postên wezaretên(navxwe, dad,berevanî) kir.

Di dawiya civîna han de parlementoya Îraqê karî navê berbijêran bo wan her sê wezaretan bipejrîne û bi vê awayî kabîneya Adil Ebdulmehdî hate temamkirin.

Wezaretê dad para Kurde û berbijêrekî serbixwe ku aliyên Kurdistanî li ser vî lihev kirine bo vê postê hatiye destnîşankirin.